Li Çoman qeza: Jinekê jiyana xwe ji dest da

122

 

 

ZOSIK BALEK / SORAN

 

Li bajarokê Çoman a Hewlêrê îro di saet 14:00'an de wesayîtek qulibî. Di qezayê de ji heman malbatê jina bi navê (Ş. S. H)  jiyana xwe ji dest da û 5 kes jî birîndar bûn.

 

Hate ragihandin ji Hewlêrê ji bo seyranê çûbûn herêma Balekayetî.  Birîndar rakirin Nexweşxaneya Balekayetî. Cenazeyê jina jiyana xwe ji dest dayî şandin Tiba Eldî ya Soran.