Berpirsekî Komele bi guleya çekê jiyana xwe ji dest da

62

 

 

 

SILÊMANÎ / ROJNEWS

Li gorî daxuyaniya ji aliyê polîsên Silêmaniyê ve hatine dayîn îro piştî nîvro li Silêmaniyê, berpirsê Peywendiyan û Endamê Komîteya Navendî ya  Komele (Rêxistina Kurdistanê ya Hizba Komunista Îranê ) di destê wî de guleya çeka wî di teqe û ji ber jiyana xwe ji dest dide.

 

Di daxuyaniya polîsên Silêmaniyê de wiha tê gotin; "Tîmên polîsên me gihîştin cihê bûyerê, bûyer li taxa Rizgarî ya Silêmaniyê, li Baregeha Komele pêk hatiye. Gule ji çeka wî derdive û li zikê wî dikeve. Piştî ku rakirin nexweşxaneyê, hat emeliyat kirin, lê ji ber ku birîna wî giran bû jiyana xwe ji dest da. Ew berpirs û pêşmergeyê Komele navê wî (R.N). Niha polîsên Silêmaniyê dest bi lêkolînkirina bûyerê kirine. Hîn lêkolîn berdewame."