Artêşa Tirk bi dijwarî gundên Şehbayê topbaran dike

92

 

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

Li gorî nûçeya ANAH'yê, artêşa Tirk a mêtînger û çeteyên wê îro di saetên şevê de li herêmê dest bi êrîşan kirin. Li aliyê din Bendava Şehba û derdorî Kampa Koçberan a Rûbar ji aliyê artêşa dagirker û çeteyên wê ve tê bombebarankirin.

 

Li dorî agahiyên ji herêmê hatin girtin artêşa Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê derdorî gundên Şêx Îsa, Şêx Hilal, Til Rifet, Neyrebiye, Helîse û Ûm Hoş ên girêdayî Şehbayê bi dijwarî bomberdûman dike.

 

Têkildarî encama bombebaranê dom dike ti agahiyên zelal nehatin bidestxistin.