Hevserokê KNK’ê: Tişta niha herî pêwîst lidarxistina kongreya netewî ye

67

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

Havserokê Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK) Rêbiwar Reşîd axaftina vekirnê ya civîna Şêwîra netewî ya li bajarê Silêmaniyê tê lidarxistin kir.

 

Rêbiwar Reşîd diyar ku ew hêvî dikin ku piştî guftûgoyên du rojan ew encamek baş pêşkêşî gelê Kurd bikin û got: "Kongreya Netewî ya Kurdistanê dixwaze hemû rêxistinên siyasî yên Kurdistanê hevkariya xwe ji bo vê xebatê bidin nîşandan û li dijî siyaseta dagirker bisekinin. Em tev bihev re dikarin Kongreya Netewî ya Kurdistanê bikin platformekî netewî, ji bo hemû meseleyên girîng yên ji bo siberoja Kurdistanê."

 

'Me di her civateke giştî ya xwe de behsa giringiya pêkanîna şêwira netewî kiriye'

 

Axaftina Hevserokê KNK'ê Rêbiwar Reşîd  wiha ye:

 

"Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK) cara yekemîn di Cotmeha 2011’an de bi armanca guftûgokirina rewşa gitşî ya Kurdistanê, alozî û şerê ku rû dide Şêwira Yekemîn a Netewî li Brûkselê pêkanî.  Cara duyemîn jî di Mijdara  2012’an de li parlementoya Fransayê bi armanca guftûgokirina rewşa Rojava û Sûriyê lidarket. Şêwira sêyemîn jî di Nîsana 2014’an de ji bo guftûgokirina rewşa Rojhilatê Kurdistanê û Îranê li welatê Siwêdê pêkhat. Piştre jî civîneke berfireh a di asta gelemperiya Kurdistanê de li bajarokê Qerehincîr ya ser bi parêzgeha Kerkûkêye di navbera dîroka 24-25’ê Îlona 2016’an de ji bo guftûgokirina rewşa Başûrê Kurdistanê pêkhat. Me di her civateke giştî ya xwede behsa girîngiya pêkhatina şêwira netewî kiriye.

 

'Armanca sykes Pîcot ew bû ku Kurd nekarin xwe birêxistin bikin'

 

Di encama dagirkeriyeke sedan salî û pêkhatina tifaqa sykes Pîcot de, berê niha 101’an salan di encama şerê cîhanî yê yekemîn de Kurdistan bûye çar parçe. Parçekirina Kurdistanê bû sedem ku têkoşîna azadîxwaziya Kurdistanê zehmettir û aloztir bibe. Bi taybet ku desthilata dagiker ya li çar parçeyên Kurdistanê ne tenê di warê aborî de di gelek aliyan de hewldan ku Kurdistanê di asteke paşketî û kevneperest de bihêlin. Herçend ev dewletên dagirker di sedsalên derbasbûyî de bi hevre ji ber berjewendiyên xwe yên cûda û şerên mezhebî, nakok jî bûne lê, di mijara Gelê Kurdistanê de di heman eniyê de cih girtine û hevkariya hev kirine. Ev welatane hiştin ku Kurdistan di warê pîşesazî, çandinî, sîstema xwendinê, pêşxistinên civakî û şaristaniyê de di rewşeke xirab de bimîne. Ev siyaseteke bi zanabûn û bi pîlan bû. Ev bûye sedem ku civaka Kurd were bêqîmetkirin, biçûkxistin, bê otorîte hiştin. Her wisa hem sîstema eşîrtiyê parastiye hem jî hinek caran di pêşxistina wê de jî rol lîstiye. Danûstandin û çuyîn hatina Kurdan ya navxweyî astengkirine û qedexekirine. Tovê pîlaneke zehf qirêj ya nakokiyên du alî avêtiye nava Kurdan de.  Hewl daye Kurdan ji xisletên wan yên netewî dûr bixe û Kurd parçe parçe kirine . Di warê xaknîgarî de jî guhertin çêkiriye. Di vê çarçoveyê de hemû nav û navnîşanên Kurdistanê jî guhertine. Ev jî bûye sedem ku Kurd ji hev dûr bixin. Guhertina navê gund, bajarok û bajarên Kurdî heta bi çêkirina Ostan, Wîlayet û parêzgehên sexte re hewldane demografiya Kurdistanê biguherin û pêkhateyên Kurdistanê ji hev cûda bikin."

 

Ev jî yek ji beşeke girîng ya dagirkeriya Kurdistanê ye. Armanca dagirkeriyê birçîkirin, bêkarkirin û paşxistina civaka Kurde da ku mirovên wî biçûk û bêhêz bimînin. Ji bo mirovên Kurd bi zehmetiyên mezin jî nekare debara jiyana xwe bike, vêya pêk tîne. Armanca sereke ya ji vana tev jî ewe ku mirovên Kurd nekarin xwe rêxistin bikin, di derbarê rewşa xwede nebin xwedî zanabûn û têgihiştinek.

 

Sîstema dagirker ji bo bê îradekirin û teslîm wergirtinê, belavkirina madeyên hişbir weke çekekî modern bikartîne. Bi pêşxistina sîstema cehşitî ya di bin navên cûda de, pêşxistina tevna sîxûrî ji bo berhevkirina agahiyan û sazkirina îslama siyasî pakêteke ji bo nûkirina metoda dagirkeriyê ya li Kurdistanê. Bêgûman gelê Kurd di dîroka xwede her timî bi şêweyên cûda bersiva dagirkeran daye û her wisa têkoşîneke bêaman û mezin di vê oxirê de daye. Ev têkoşîn û xebata ku hatiye kirin di oxira wê de bûye ku asîmîle nebe, rê nede teslîmiyetê û têkoşîna xwe ya mafdar berdewam bike.

 

Hêjayî gotinêye ku tevî hemû hewldanên aşitîxwaz yên gelê Kurd, dagirkerên Kurdistanê, di demên xwe yên herî lewaz de jî nêzîkatiyeke daxwazên gelê Kurd pêk bîne ne daye nîşandan.  Em ji dîroka xwe jî dizanin ku pirsgirêka sereke ya gelê Kurd ne ewe ku mirovên xwe yên têkoşer û diloz kêmin. Di mijara berdêl dayîn û fedekariyê de jî texsîr nekiriye. Her wisa pirsgirêk ne zêdebûna partî û rêxistinane jî. Pirsgirêka sereke ya gelê Kurdistanê ewe ku heya niha nekariye platformeke yekgirtî ya netewî saz bike. Di wateyeke din de ne di wê hişmendiyê de ye ku di formeke demokratîk û pir alî de yekîtiya netewî rêxistin bike.

 

Wê ne şaş be ku em bêjin yekîtiya netewî di nava gelê Kurd de pêk hatiye. Ev roj bi roj jî zêdetir û bihêztir dibe. Fikrê mirovekî Kirmaşanî, Silêmanî, Amedî, Hewlêrî û Efrîniyek bi giştî fikrekî netewî û azadîxwaz e. Ew rewşenbîrên ku beşdarê têkoşîn û xebatê dibin, hêdî hêdî zimanekî hevpar digirin. Niha pirsgirêka ne pêkhatina yekîtiya netewî ji lewaziyên rêxistin û partiyên Kurd jêdera xwe digirin ku mekanîzmayên pêwîst ji bo beşdarbûna ji yekîtiya netewî re saz nekirine ku projeyeke netewî di asta rêxistin û partiyan de jî pêk were.

 

Em dikarin bi dilniyayî bêjin ku niha dem dema Kurdane û Kurd di dema xwe ya zêrîn de dijîn. Hêza yegane ya karî pişta DAIŞ’ê bişikîne Kurd bûn. Kurd êdî gelekî bêrêxistin, bê pîlan û bê proje nîne. Em dibînin ku li beramber ev bihêzbûna Kurdan hêzên dagirkerên Kurdistanê bi qeyraneke mezin ketine. Hêzên navnegtewî jî di nava qeyranê de ne. Ji lewma eger wê nexşeyeke nû ya Rojhilata Navîn were çêkirin, ev bê Kurdan nabe û ne pêkane jî.

 

'Pêwistiyan dewltên Cîhanê yên wek DYA û Rûsya bi Kurdan heye'

 

Cara yekeme ku Kurd bi biawayeke bihêz di rojeva sereke ya cîhanê de cih girtiye. Em dibînin ku dewletên mezin yên cîhanî yên weke DYA û Rûsya pêwısıtiya xwe bi hevkariya Kurdan heye. Tirkiye, Sûriye, Iraq û Îran nûneriya krîzan dikin û Kurd jî l herêmê nûnertiya çareseriyê dike. Ji ber vê yekê dema dijminên me lewaz ketin. Pêwîste dema dijminê me lewaz bû em wê fersêndê baş binirxînin û li ser esasê deskeftiyên xwe yên netewî tevgerin. Yekîtiya Kurdan dikare van destkeftiyan biparêze. Niha hêzên cûda behsaa mafê Kurdan dikin.

 

Jinên Kurd jî îro di têk birina DAIŞ’ê de roleke sereke lîstine û hîna jî dilîzin. Her wisa di warê xwe rêxsitinkirinê de jî li her derê bi rola xwe radibe. Em weke KNK’ê ev têkoşîna mezin ya jinên Kurd didin û civîna netewî ya ji bo lidarxistina konferansa 3. a jinên Kurd hate lidarxistin silav dikin û serkeftinê ji xebat û têkoşîna wan re dixwazin.

 

19 salî ya Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK) îro, cihê şanaziyê ye. Lê, di wê astê de jî nîne ku em bi dirûstî bêjin nûnertiya hemû xelkê Kurdistanê dike. Niha nûnertiya jinan, Asûr, Sîryani, Erb, Çerkes, Êzidî,Yarsan, Kakeî, Feylî, Elewî û hinek aliyan di navê de hene. Çi weke ferd dibe çi jî weke şexsiyetên serbixwe dibe, rêxistineke siyasî yan medenî dibe nûnertiya xwe di navê de hene. Lê, têkoşîneke zêdetir pêwîste ku em bikarin hemû ew pêkhateyên ku di dîrokê de hatine çewisandin û rû be rûyê cihêwaziyê hatine qerebûk bikin û wana himbêz bikin.

 

Têgihiştin, helwest û pêkanîn dekmokratîk xisletên girîngin ji bo bihêzkirina yekîtiya netewî. Bi rêya avakirina diyardeyên weke DAIŞ tundrev u selafîst, tifaqên di navbera hêzên navnetewî ya dijî gelê Kurdistanê û çêkirina hevpeymaniyên cûda, şerê psîkolojîk û dîplomatîk,  pêşxistina sîstemeke cehşîtî ya pir alî û bi şêweyên cûda yên îslamiyetê jî pêşxistina metoda dagirkeriyê ye.

 

'Tişta niha herî pêwîst pêkanînakongreya netewîye'

 

Tişta niha pêwîstiyeke ferz û çarenûsaz, bihêzkirin û berfihkirina yekîtiya netewî û Kongreya netewî ya Kurdistanê ye. Divê em bikaribin xisletekî demokratîk, pir alî, gerdûnî û pêşverûxwaz bidest bixin. Welatê me Kurdistan bi ciyewaziyên xwe ve Kurdistan e. Divê welatê hemû mezhebên îslamî, Xirîstiyan, Cihû, Êzidî, Yarsan, Kakeî, Zerdeştî û yên din jî be. Divê civak li dijî pergala dagiker li ser bingeheke demorkatîk û azadîxwaz were  hişyarkirin. Ev xisletane stûnên esasî yên yekîtiya netewîne. Divê ev weke erkekî sereke ya ser milê hemû partiyên siyasî be. Ev temaşekirineke rastbînî ya li cîhanê ye. Ev daxwaz û xeyaleke azadîxwazî ya gelê Kurdistanê ye ku dixwaze ji sîstema dagirkeriyê rizgar bibe û ne xeyaletperestiye. Bi vî awayî jî derfetê dide ku gelê Kurd beşdarî karwanê mirovahiyê bibe.

 

Yekîtiya netewî nayê wateya pînekirina pirsgirêkên siyasî, li hevkirineke di navbera hindek aliyan de. Her wisa nayê wateya parvekirina dewlemendiyên Kurdistanê bi ser hev de û bidestxistina desthilatiyê. Yekîtiya Netewî ne ji bo bihêzkirina malbat û eşîretekiye. Em yekîtiya netewî weke çemkekî siyasî dibînin ku hêmanên wê yên aborî, civakî, exlaqî hene û têkildarî jiyana rojaneye. Ji bo kongreya Netewî ya Kurdistanê Yekîtiya Netewî weke xezîneyeke neteweyî ye. Tê wateya diyarkirina hesab, hêjmara tişt û dewlemendiyên Kurdistanê. Ev jî tê wê wateyê ku hemû welatî di mijara qanûn de xwedî mafên wekhev û erkên wekhev bin. Tê wateya serweriya qanûn û serbixwetiya dadê. Tê wateya lêpirsînkirina desthilat û hesapxwestinê. Tê wateya şefafbûna sîstema rêveberiyê û çavdêrîkirinê. Her wisa tê wateya enstûtîkirina sîstema rêveberiyê, dewrkirin û guhertina rêveberiyê. Ya herî girîng jî tevlîkirina gel ji sîstema rêveberiya siyasî re ye. Tê wateya serweriya gel ya di diyarkirin û biryar dayîn di derbarê jiyana xwe û siberoja xwede.

 

'Nabe ji ber tevlînebûna hinek aliyan yekîtya netewî were taloq kirin'

 

Nabe ku Yekîtiya Netewî ji ber ne beşdarbûna hindek partî û rêxistinan were taloqkirin.  Nayê wateya bêdengbûn li hember hêzên ku xwe li ser gel ferz dikin. Nabe ku aliyeke ku beşdarî yekîtiya netewî dibe xwe ji gel vedize û koşknişînî bike, xwe li ser gel re bibîne. Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK) di wê baweriyê de ye ku hêjmara partiyên siyasî ne pirsgirêke, dikare bibe diyardeyeke siyasî ya baş jî. Her wisa em di wê baweriyêdene ku bernameya wan a îdeolojîk bi armanca xizmetkirina civakê ye. Piraniya endamên wan hevxemin bi pirsigrêkên  civakê re. Ji ber vêya ye ku em daxwaz ji hemû aliyên siyasî yên Kurdistanê dikin ku beşdarî vê guftûgo û şêwira netewî bibin. Ji ber xwe ji vê xebate dûr girtin bi bernameya wan re nakok dibe ku dibêjin, ji bo civakê dixebitin. Birastî jî beşdarbûn û ji bo beşdarbûnê amadebûn, şertên girîng yên bawerî bi demokrasî û azadiyê anînêne. Gelê me ku bi hemû pêkhatêyên xwe ve roj bi roj zêdetir nêzî hev dibin û hevdengiyekî çêdikin, keç û xortên xwe diyarî têkoşînê dikin, birastî jî nabe ku rêxistinên siyasî derveyî vê bimînin.

 

Kongreya Netewî ya Kurdistanê dixwaze hemû rêxistinên siyasî yên Kurdistanê hevkariya xwe ji bo vê xebatê bidin nîşandan û li dijî siyaseta dagirker bisekinin. Em tev bihev re dikarin Kongreya Netewî ya Kurdistanê bikin platformekî netewî, ji bo hemû meseleyên girîng yên ji bo siberoja Kurdistanê. Ji bo civakeke aram û tendûrist pêwîste mafên demokratîk, mafên jinan, mafê çînan, mafên xizmetgûzariyên giştî werin bidestxistin. Em bi vî awayî dikarin sîstemekî konfederalîzma demokratîk ya Kurdistanê pêşbixin ku Ereb, Faris, gelê Tirk û Belûcên cîranên me jî bên nava rêzên Kurdistanê û ji bo pêkanîna herêmeke bi îstîqrar û aram bixebitin.

 

Şoreşên gelan yên Awropa û Amerîkayê û bihezaran reformên hêja, yên di civaka medenî de vê îspatkirine ku jiyaneke bihev re ya hevalbendî û cîranî dikare pêk were û vêya bi pratîkî dane nîşandan. Em Kurd dikarin vêya pêkbînin û dikarin ji bo vê projeyê jî pêşengiyê bikin. Ji ber em di têkoşînê de xwedî berdêl û deskeftiyên mezinin.

 

Hêvîdarin ku di van du rojan de bi beşdarbûn û axaftinên we yên rastbîn, bikarin encamnameyeke girahbuha pêşkêşê gelê Kurd bikin."