Şervanê Germiyanî: Em îro li Reqane, sibe li Efrîn û Şengalê ne

98

 

 

 

 

ŞEMAL Û ELÎ/ REQA

 

Şervanên operasyona rizgarkirina Reqayê hemû sînor, netewe û gelan derbaz kirine. Di nav refên şervanan de hemû neteweyên cîhanê tê dîtin. Li Kurdistanê jî bê cûdahiya parçe û sînoran  jî ji hemû aliyan ve ciwanên Kurd tevlî şervanan dibin. Di wê çarçoveyê de şervanê ji Germiyana Başûrê Kurdistanê  taybet ji ajansa me re axivî.

 

Şervanê Germiyanî Baz Birûsk wiha axivî: “Moralê şervanan gelek bilinde. DAIŞ bi  şêwaza niha nikare li ber xwe bide. DAIŞ di eniyan de di cewher de têkçûye. Tiştek di destê wan de maye, ew jî çandina mayînan, teqandina wesayîtên bombebarkirî û bikaranîna welatiyên sivîl weke mertale. Di xwazin bi vî awayî li pêşiya pêngava me bibin asteng. Lê di heman demê de, em hem welatiyên sivîl rizgar dikin û hem jî DAIŞ’ê tine dikin.”

 

 Her wiha Baz Birûsk got: “Her dema ku hêzên me pêş dikevin, çeteyên DAIŞ’ê welatiyên sivîl ji bo xwe wek mertal bikartînin. Ev jî ji bo rizgarkirina me ya herêmê astengiyan derdixe.”

 

 

 Birûsk balkişand  ser tevlîbûna xwe wek ciwanek Germiyanî yê Herêma Kurdistanê di operasyona Reqayê de û wiha pêdeçû: “Min wek ciwanekî Başûrê Kurdistanê, min sînor derbas kir û ez hatime vir şerê DAIŞ’ê bikim. Ji bo min ne girînge ku vir kudere û kî li  vir jiyan dike. Ya ji bo min girîng parastina gelên nîştecihên vire. Kurd, Ereb yan jî Tirk be ji bo min ti cûdahî nîne. Em hêzek parastina gelanin. Em amadene ku sînoran derbas bikin.”

 

Baz Birûsk axaftina xwe wiha domand: “Dewleta Tirk dixwaze li hinek cihan dagirkerî û operasyonan lidarbixe. Bi taybet li Efrîn, Şengal û Qendîlê. Em wek şervan bi ti awayî qebûl nakin ku  dewleta Tirk bostek xaka Kurdistanê dagir bike. Em îro li Reqayêne, eger sibe pêwîst bike emê  biçin Efrîn û Şengalê jî û li hember dagirkeran rawestîn.”

 

Baz axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ez ji gel û aliyên siyasî, bi taybet yên Başûrê Kurdistanê daxwaz dikim ku nehêlin dewleta Tirk xaka Başûr dagir bike. Gelê Başûr di dîrokê de qet rê nedaye  ti hêzekê ku xaka wan dagir bike. Gelê Başûr, gelek şoreşger û rexnekerin. Gelek ku hemû deman zorî û zehmetî kişandiye. Ez bawer nakim ku piştî ew qas êş, mil bidin milê dagirkerên dewleta Tirk. Ez bang li ciwanên Başûrê Kurdistanê dikim ku tevlî nav xebat û tekoşînê bibin û  tevlî nav refên YPG’ê bibin.”