Komxebata ji bo sazkirinaYekîtiya Netewî li Silêmaniyê destpê dike

58

 

ROJNEWS  / SILÊMANÎ

 

Komxebata Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK) ya ji bo guftûgokirina yekîtiya netewî ya Kurd di saet 09:00’an de bi tevlîbûna partiyên siyasî, pêkhateyên civakî, rewşenbîr, nivîskar, akademîsyen û rûspiyan destpê kir. Di komxebata ku biryare du roj berdewam bike de ji 60’î zêdetir nûnerên partiyên siyasî, rewşenbîr, nivîskar, akademîsyen, rojnameger û rûspî bi tevahî 350 kes beşdar dibin.

 

Komxebata ku li Talarî Huner pêktê, bi axaftina silav kirinê ya Alîkarê Hevserokê KNK’ê Tahir Kemalîzade destpê kir. Komxebat ku ji aliyê gelek rojnameger û dezgehên ragihandinê ve tê şopandin wê du rojan berdewam bike. Di komxebatê de wê protokol nebe, wê weke nûnertiya herçar parçeyên Kurdistanê  dayîka çar şehîdan weke mêhvanên taybet di protokolê de cih bigirin.

 

Di vê komxebata ku wê rojeva xwe tenê pêkanîna ‘Yekîtiya Netewî’ be, Yekîtiya Nîştîmaniya Kurditanê (YNK) , Tevgera Goran, Partiya Komela Îslamî, Partiya Yekgirtû ya Îslamî, Koma Civakên Kurdistanê (KCK),  Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Sê Baskên Komale ya Rojhilatê Kurdistanê, Civaka Demokratîk ya Rojhilatê Kurdistanê (KODAR), Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK), Partiya Demokratîk Pêşverû ya Kurdên Sûriyê û Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) beşdar dibin.

 

Di komxebata ku wê du roj dewam bike de wê bejdarvan bikarin 10-15 deqîqe mafê axaftinê bigirin. Li gorî agahiyên ku komîteya amadekar ya komxebatê daye, ji bo kesên ku bi navê rêxistin yanjî şexs mafê axaftinê bigirin, rêzbendiya wê ne hatiye çêkirin. Wê beşdarvan, partî û kesayetên ku dixwazin axaftin bikin daxwaza xwe ya axaftinê ji dîwana komxebatê re ragihanin û bi vî awayî bikarin axaftina xwe pêşkêş bikin.   

 

Bernameya komxebata ku rojeva xwe tenê ‘Yekîtiya Netewî’ ye wiha ye.

 

15’ê Tîrmeh

 

09.00 — 10.00: Axaftina vekirînê ya Hevserokê KNK’ê Rêbiwar Reşîd

 

10.00: Axaftina xwediyê malê Waliyê Silêmaniyê û diyarkirina dîwanê.

 

10.00 – 13.00: axaftin û pêşniyarên  partiyên siyasî, kesayet, sazî û pêkhateyên cûda yên têkildarî yekîtiya netewî.  

 

13.00 – 14.30: Navbera nîvro

 

14.30 – 18.30: Axaftin û pêşniyarên partiyên siyasî, kesayet, sazî û pêkhateyên cûda yên di derbarê yekîtiya netewî de.  

 

18.30: Axaftina girtinê

 

16’ê Tîrmeh

 

09.00 — 13.00: Axaftin û pêşniyarên partiyên siyasî, kesayet, sazî û pêkhateyên cûda yên der barê yekîtiya netewî. 

 

13.00 — 14.30: Navbera nîvro

 

14.00 — 16.30: Axaftin û pêşniyarên partiyên siyasî, kesayet, sazî û pêkhateyên cûda yên têkildarî yekîtiya netewî.

 

16.30 — 18.30: Xwendina encamnameyê û dengdana ji bo erêkirina encamnameyê

 

18.30: Xwendina encamnamê ji bo çapemeniyê.