Sedî 70’ê taxa Ebdullmelik hat rizgarkirin, li 6 taxan jî şer girane

90

 

 

NAVEDAN NÛÇEYAN

 

Ji şeva din heya vê kêliyê di navbera şervanên QSD û çeteyên DAIŞ`ê li 7 taxên bajarê Reqayê,  şerên giran rû didin. Di vê çarçoveyê de, şervanan  ji sedê 70’ê taxa Hîşam Ebdullmelik ku dikeve aliyê başûrê bajêr, ji çeteyan rizgar kirin. Her wiha şervanan, gelek noqte li taxa El-Diriyê û taxa Kevin a Reqayê, rizgar kirin.

 

Bi pêşveçûyîna şervanan li taxa Hîşam Ebdullmelik de, xeta parastinê ya duyemîn a çeteyên DAIŞ`ê li taxê hate şikandin û çete her ku diçin tengav dibin û nikarin serwerî li navenda bajar bikin.

 

Ji aliyekî din ve jî, di encama şerên dijwar li taxa El-Diriyê, Yermûk, El-Nehda, El-Berîd, Hîşam Ebdullmelik, El-Rewda û Reqa Kevin de gelek çete hatin  kuştin, lê hejmara wan nehate zanîn. Her wiha operasyonên paqijkirinê li eniyên paş ên rizgarkirî didomin. Di encamê de, şervanên QSD`ê gelek cebilxane di nava çekên artêşa Tirk de jî hebûn, desteser kirin.

 

Ji  aliyekî din ve jî, tîmên taybet ên QSD`ê gelek gund û mezraa li bejahiya bakurê rojhilat ji bermahiyên çeteyan paqij kirin. Her wiha şervanan gelek cebilxane û mayînên ku bi dest hatine çêkirin, desteser kirin.

 

Her wiha hate zanîn ku şeva din 600 welatiyên sivîl dema ku hewl didan xwe bi bigihînin noqteyên şervanên QSD′ê, li taxa Teyar a dikeve rojavayê Reqayê, ji aliyê çeteyên DAIŞ′ê ve hatin dorpêçkirin. Ekîpên taybet ên girêdayî QSD′ê, hewl didin sivîlan ji dorpêça çeteyan rizgar bikin. Li gorî welatiyên wê taxê,  kesên  ku li gorî çeteyan tevnegerin yekser wan dikujin û  rewşa welatiyan li wê taxê dijwar e.