PDK gefa radestkirina Tirkiyê li niştecihên kampên Sêmêl û Girê Gewrê dike

67

 

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

Li gor heman agahiyan, asayişa Dihokê ji hinek malbatên di kampan de 48 saet dane ku derkevin û zextên li ser wan dewam dikin. Her wiha asayişê ji niştecihên kampan re jî gotiye ku îqameyên xwe radestê wan bikin û dema ji kampan derdikevin jî, ti tiştek bi xwe re nebin. Niştecihên herdû kampan jî ku nerazîbûn nîşa van nêzikatiyên asayişa Dihokê dane, ji şandeya Neteweyên Yekbûyî ya çûbû kampa Sêmêlê daxwaz kirine ku xwedî li wan derkevin.

 

Kampên Sêmêl û Girê Gewrê ji 400 malbatên welatiyên ji Bakûrê Kurdistanê yên di salên buhrî de ji ber dewleta Tirk neçarî koçî Başûrê Kurdistanê kirine pêk tê.