Asya Ebdullah: Goristanên şehîdan ên Rojava ji me re dibêjin yekîtiyê pêkbînin

92

 

 

ROJNEWS/ SILÊMANÎ

 

Li ser navê partî û saziyên Rojava Asya Ebdullah di komxebata yekîtiya netewî de aixvî  û got: “Beriya her tiştî ez li ber şehîdên azadiyê kemberbest dibim. Hemû berxwedêrên li her çar parçeyan silav dikim. Li hemberî koletiya ku mêtinger li ser me ferz dikin, têkoşîna bi giyanê neteweyî li pêşiya me heye.”

 

Her wiha Asya Ebdullah got: “Li goristanên şehîdan ên Rojava yekîtiya neteweyî pêk hatiye. Ev goristan ji me re dibêjin yekîtiyê pêk bînin. Gelê me yekîtî pêk aniye. Êdî dora partî û rêxistinên siyasî ye. Divê em vî tiştî ji xwe bipirsin, çi tişte yekîtiya me ya neteweyî asteng dike?”

 

Di dawî de Asya Ebdullah anî ziman ku tehdîda li ser Kurdan îro didome û ev gotin kir: “Tehdîdên li ser Efrînê didomin. Li Bakur, Başûr, Rojava divê em bi giyanekî hevpar li hemberî êrîşan têbikoşin. Em bawer dikim ev komxebat ji bo pêkanîna yekîtiya neteweyî wê gaveke mezin be.”