KCD: Pêwîstiya me bi statû û rêxistinbûnê heye

79

ROJNEWS / SILÊMANÎ

 

 

Di civîna Şêwira Netewî de bi navê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Endama Dîwana KCD'ê Mulkiye Bîrtane axivî .

 

Bîrtane di destpêka axaftian xwe de diyar kir ku têkoşîna ku gelê Kurd dimeşîne nêzî encamgirtinê bûye û got: " Têkoşîna ku gelê me dimeşîne nêzî encamgirtinê bûye. Ev jî dibin pêşengiya gelek serok û rêberên Kurd de pêkhatiye.  Êdî gelê me ji rewşa civakeke bêrêxistinî derketiye. Di Rojhilata Navîn de bûye hêza herî pêşeng, bi bandor û rêxistinkirî. Ji ber ku berê yekîıtî û rêxistineke hevpar a Kurdan nebû nekarîn mêtîngeriya li Kurdistanê têk bibin."

 

Bîrane axaftina xwe wiha berdewam kir:   "Em ketine serdemeke nû. Di vê serdemê de gelek derfetên pêşketinê pêşkêş dike. Divê dema guherînên dîrokî de bendewariya gelên Rojhilata Navîn û gelê Kurd ji me heye.  Ger partiyên siyasî vê rewşa heyî baş destbigire wê bikarin encamên baş ji bo gelê Kurd derbixin holê."

 

Endama Dîwana KCD'ê Mulkiye Bîrtane  diyar kir ku hêvî, daxwaz û bangawaziya çar parçeyên Kurdistanê ewe ku şert û mercên derketine holê pêşeng û nûnerên Kurd ji bo azadiya gelan baş binirxînin û wiha got: "Ji bo em vê sedsalê bikin sedsala azadiya gelan şert û mercên navxweyı û derve ji her demê zêdetir guncavin. Gelê Kurd bi berxwedan û têkoşîna xwe pêşengiyê ji gelên Rojhialta Navîn re dike. "

 

Bîrtane axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Ev komxebata me derfeteke herî baş ya ji bo yekîtiyê ye. Siyaseta bila biçûk be, lê ya min be her tim bi gelê me dide wendakirin. Referandûma serxwebûna herêma Kurdistanê di warê erênî û neyînî de wê bandoreke mezin bike. Divê pirsgirêkên navxweyî di vir de werin çareserkirin."