Li Hewlêrê zilamekê hevjîna xwe û kesek din kuşt

79

QEREÇOX ENWER / ROJNEWS

 

Îro zilamekê li bajaroka Rizgarî ya girêdayî navçeya Xebat a Hewlêrê hevjîna xwe û kesek din yê di malê de de kuşt.

 

Berdevkê Polîsê Hewlêrê Hogir Ezîz di derbarê bûyerê de ji ajansa me re axivî û bûyer piştrast kir û wiha got: “Me dest bi lêkolîna bûyerê kiriye û termê herdû kesên ku hatine kûştin me şandine saziya tiba edlî ya Hewlêrê."

 

Di derbarê binçavkirina sûçdar de ji Hogir Ezîz anî ziman ku kujer reviyaye û heta niha nehatiye binçav kirin.

 

Hogir Ezîz di dawiya axaftina xwe de jî got ku jina hatî kuştin dayika 2 zarokan û 24 saliye û diyar kir ku kujer jî 29 saliye.