Partiyên siyasî: Divê mekanîzmayên hevpar werin damezrandin

74

 

 

 

ROJNEWS / SILÊMANÎ

 

Komxebata Yekîtiya Netewî ya serê sibê destpê kir bi axaftin û peyamên rêxistin û partiyan berdewam kir. Di hemû peyaman de lidarxistina kongreya netewî weke erkeke zarûrî ya divê pêk were derket pêş û hate gotin ku divê gavên pratîkî ji bo lidarxistina kongreya netewî were lidarxistin û mekanîzmayeke hevpar ya gelê Kurd ji bo Kurdan were avakirin.

 

Hizba Komînîst: Me weke Kurd sedsalek ji dest da nabe em sedsalek din ji dest bidin

 

Îbrahîm Sofî Nûnerê Hizba Komînîstên Kurdistanê (Şûî-Başûr) peyama partiya xwe di komxebata yekîtiya netewî de xwend û ragihand: “Divê hemû hewldanên me xizmetê ji berjewendiyên netewî re bike. Nakokiyên di navbera partiyan de xizmetê ji dijminên me re dike. Ji lewma divê em zû pişt nedin hev û pirsgirêkên xwe yên navxweyî çareser bikin. Pêwîste em ji bo mafê bindest û hejaran bixebitin. Me sedsalek wenda kir nabe ku em sedsaleke din jî wenda bikin. Divê em partiyên Başûr li hev bikin, ji ber ku nakokiyên me yên navxweyî zirer dide gelê me yê Başûr û Kurd. Divê em ji bo berjewendiyên Kurdistanê aşitiyeke navxweyî pêk bînin.”

 

 

Ehmedê Mûrsê: Kongreya Netewî zarûriyeteke

 

Bi navê Kombûna Demokrat û çepgirên Rojavayê Kurdistanê Ehmedê Mûrsê di komxebatê de axivî û got: “Li Başûr sîstemeke federal heye û li Rojava jî sîstemeke federal çêbûye. Emê çawa bikarin vana biparêzin. Eybeke mezine ku me weke partiyên Rojava çend parçe berê xwe da Başûrê Kurdistanê. Divê em yekîtiya xwe ava bikin. Pêkanîna kongreya netewî zarûtiyetek e. Eger em ji hev fêm bikin emê bikarin kongreya netewî li darbixin. Helbet wê rehet nebe û zehmetiyên xwe jî hebe. Ancax pêkanîna wê zarûriyeteke. Divê komîteyek ji bo amadekariya kongrê li vir were diyarkirin û nûnerên herkesê di têde hebin.

 

 

Hizba Zehmetkêşan: Divê lez bidin xebatên kongreya netewî

 

Hizba Zehmetkêşên Kurdistanê Nîştîman Kemal , jî peyama partiya xwe xwend û di peyamê de balkêşa ser pêwîstiyên hemû beşên Kurdistanê û got: “Divê lez bidin xebatên netewî. Em daxwaza li darxistina kongreya netewî dikin. Divê partiyên Başûr pirsgirêka referandûmê, pirsgirêka diyarkirina çarenûsa xwe bi awayeke netewî çareser bikin. Eger em nikarin piştgirî bidin hev, herî kêm divê em ji hevre jî astengiyê çênekin.”

 

 

Tevgera Azadî: Divê ji bo rewşa Rêber Ocalan helwesteke netewî hebe

 

Alîkara Hevserokên Tevgera Azadî Tara Hisên peyama Tevgerê xwend û ragihand ku gelê Kurd gelek fersend ji dest dane û wiha pêde çû: “Me gelek fersêndên zêrîn di dîrokê de ji dest dane. Divê ji bo yekîtiyê gavên cidî biavêjin. Dagirkerên Kurdistanê li dijî gelê me di êrîşdene û di nava pîlanên nû de ye. Divê em ders ji dîroka xwe derbixin.  Rojavayê Kurdistanê Kurd derxist asteke jor lê, eger em van destkeftiyan neparêzin, metirsiyên mezin li ser heye.

 

 

Li Başûr parlemento girtiye û bi vî awayî jî ti meşrûyeteke hikûmetê nîne. Hindek hêzên dagirker bizanabûn Başûrê Kurdistanê dijî parçeyên din bikartîne. Divê ji bo kongreya netewî meclîseke şêwiriyê ya ji çar parçeyên Kurdistanê pêktê, were diyarkirin û xebatên kongreya netewî were destpêkirin. Divê em ji bo azadiya Ocalan û hemû girtiyên siyasî yên Kurd bi awayeke netewî bixebitin.”

 

Partiya Mûhafazakar: Divê em destkeftiyên hev biparêzin

 

Partiya Mûhafazakarên Kurdistanê Necat Omer jî bi navê partiya xwe axivî û got: “Partiyên Başûr bihevre nakokin. Em di nava gelek qeyranan de dijîn. Divê em destkeftiyên Kurdan biparêzin. YNK helwesteke du alî dide nîşandan. Tevî hemû berdelêen mezin jî hîna helwesta hêzên navdewletî, Başûrê Kurdistanê cidî nagire. Eger ev partiyên sereke yên herêma Kurdistanê ku 26 salin di desthilatdariyê de ne nikarin qeyranên Başûr çareser bikin, bila xatirê xwe ji rêveberiyê bixwazin û dawî li wezîfeya xwe bînin.”

 

 

 

Partiya Reformîst ya Başûrê Kurdistanê jî spasiya xwe ji KNK’ê re kir û got,  divê KNK roleke  girîng di çareserkirina nakokiyên navbera partiyan de bilîze û ji bo pêkhatina kongreya netewî bixebatên xwe bidomîne û bihêz bike.

 

Partiya Lîberal û Demokrat ya Rojhilatê Kurdistanê jî ji bo çareserkirina pirsgirêka netewî, çend komîsyonên netewî yên hevpar pêşniyar kir.

 

Tevgera Îslamî: Em piştgiriya kongreya netewî dikin

 

Tevgera Îslamî ya Kurdistanê (Bizûtnawe) jî di komxebatê de peyama xwe pêşkêş kir û di peyamê de hate gotin, erka partî û rewşenbîrên Kurdistanêye ku agahiya xwe ji Başûrê Kurdistanê hebin. Erka Kongreya Netewî ya Kurdistanê erkekî girane. Ji ber divê ji bo giştî Kurdistanê bixebitin. Em piştgiriya lidarxistina Kongreya netewî dikin.

 

Partiya Pêşverû: Divê deriyê Sêmalka ji siyasetê dûr were girtin

 

Partiya Demokrata Pêşverû ya Kurdên li Sûriyê bang li Encûmeniya Nîştîmaniya Sûriyê kir ku dest ji siyasetên xwe yên parçekirinê berde û got: “divê sînorê Sêmalka ji siyasetê dûr were girtin. Divê berjewendiyên netewî li ser berjewendiyên teng yên partiyan re neyê girtin.

 

Bereya Demokrasiya Gel: Divê desteyeke şêwiriyê were diyarkirin

 

Bereya Demokrasiya Gel Aram Kerkûkî jî diyar kir ku divê desteyeke şêwiriyê ji bo kongreya netewî ya Kurd were diyarkirin.

 

Mele Nadir: Pêwîstiyeke zarûrî bi kongreya netewî heye

 

Nûnerê Kongreya demokratîk ya Îslamî ya Kurdistanê Mele Nadir jî peyama xwe pêşkêş kir û got, hindek hêzên berjewendîxwaz ev sê sale kongreya netewî asteng dikin û got: “Kongreya netewî zarûriye. Eger em wisa nekin, emê sedsalêke din jî ji dest bidin.

 

Gelek partî û rêxistinên Kurd yên siyasî û medenî jî bi axaftinên kurt pêyamên xwe pêşkêş kirin. Di peyama hevbeş a giştî partî û rêxistinên siyasî û medenî de lidarxistina kongreya netewî, çareserkirina pirsgirêkên navbera partiyên Kurd de û avakirina desteyeke şêwiriyê ya bi pirsgirêkên netewî re  eleqeder bibin.

 

Komxebata Yekîtiya Netewî wê sibe jî di saet 09:00’an de destpê bike û êvarî bi xwendina encamnameyê bi dawî bibe.