Pêşmergeyê ji aliyê DAIŞ’ê ve dîl hatî girtin hat rizgarkirin

67

 

 

 

HEWRÊ KIRÊKAR / XURMATÛ

 

 

Berpirsê Hêzên Pêşmerge yên Eniya  Xurmantûyê Ebdullah Bor ji ajansa me ragihand ku Pêşmergeyê bi navê Seyîd Ehmed yê ku li navçeya Xurmatû ya Selahedînê ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve dîl hatî girtin hate rizgarkirin û wiha got; "Pêşmerge Seyîd Ehmed Surçî yê girêdayî tagaya 116 a Soran ku di meha Gulana îsal de li gundê Xilêwê Biçûk ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve dîl hatibû girtin, ji aliyê hêzên pêşmergeyan ve hat rizgarkirin. Rewşa tenduristiya wî başe."

 

Ebdullah Bor diyar kir ku li bajarokê Daqûq hatiye rizgarkirin û got ku niha Seyîd berbi Soran ve hatiye rêkirin.

 

 

 

Di 27'ê Gulana 2017'an de çeteyên DIAŞ'ê li Xurmatî êrîşî hêzên pêşmergeyan kir, di êrîşê de 4 pêşmerge birîndar bûn û pêşmerge Seyîd Ehmed jî dîl ketibû destê çeteyên DAIŞ'ê de.