Nûnertiya HDP’ê ya Herêma Kurdistanê berxwedana 14’ê Tîrmehê bi bîr anî

79

 

 

 

HEWLÊR — ROJNEWS

Nûnertiya HDP'ê ya Herêma Kurdistanê  ya li Hewlêrê bi boneya 35. salvegera Berxwedana Rojiya Mirinê ya 14’ê Tîrmehê ya şehîdên pêşeng Kemal Pîr, Mehmet Xeyrî Dûrmûş, Akîf Yilmaz û Elî Çîçek merasîmek bîranînê li dar xist.

 

Bîranînê bi deqîyek rêzgirtina ji bo şehîdên têkoşînê destpêkir. Di merasîma bîranînê Abdulraham Sevgat yê ku ji berxwedana 14'ê Tîrmehê re şahidî kirî axivî. Abdulraham Sevgat derbarê sekna berxwedan û jiyana Kemal Pîr, Xeyrî Durmûş, Elî Çîçek û Akîf Yilmez de axivî.

 

Merasîma bîranînê bi dûşmeyên weke, 'Şehîd Namir' û 'Bijî Serok Apo' bi dawî bû.