Li Reqayê 180 sivîlên din ji dorpêça çeteyan hatin rizgarkirin

76

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

600 welatiyên sivîl ên bajarê Reqayê dema ku hewl didan xwe bigihînin herêmên bi ewle, li taxa Teyar ji aliyê çeteyên DAIŞ′ê ve hatin dorpêçkirin. Îro ekîpên taybet ên girêdayî QSD′ê 180 sivîlên din ji dorpêça çeteyan rizgar kirin û ew birin taxên Qadisiyê û Sebahiyê yên rizgarkirî, da li herêmên ku ji aliyê Meclîsa Sivîl a Reqayê ve têne birêvebirin, bêne bicihkirin.

 

Di nava welatiyên rizgarkirî de zarokên ji ber teqîna mayînên çeteyan birîndar bibûn bûn û birîndarên ku çete ew ji xwe re wekî mertalên zindî bi kar anîne hebûn. Hin jinan jî diyar kirin ku zarokên wan ji ber dehefgirtina sekvanên çeteyan hatine kuştin.

 

Li taxê di navbera şervanên QSD′ê û çeteyên DAIŞ′ê şerên dijwar rû didin.