Komxebata Yekîtiya Netewî di roja duyemîn de berdewam dike

71

 

 

ROJNEWS / SILÊMANÎ

 

Komxebata Yekîtiya Netewî ya Kurd ku duh destpêkiribû wê îro jî bi pêşkêşkirina axaftin û peyamên kesayetên rewşenbîr, siyasetmedar, nivîskar, akademîsyen, oldar û rêxistinên medenî û siyasî yên Kurd berdewam dike.

 

Îro wê li ser pêşniyaran guftûgo were kirin. Her wisa wê li ser xalên hevpar yên pêkhateya komxebatê li ser li hev kirine were nîqaşkirin û di encama wê de jî encamnameyeke komxebatê ji raya giştî û ragihandinê re were eşkerekirin.

 

Hêjayî gotinê ye ku duh axaftina vekirinê ji aliyê piraniya partiyên siyasî, rêxistinên siyasî û medenî axaftinên xwe û peyamên xwe pêşkêş kirin. Îro jî wê bi xwendina encamnameyê dawî li komxebatê were.