Wê YNK serdana Îran û Tirkiyê bike

83

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

Çapemeniya fermî ya YNK’ê ragihand ku îro şanda YNK’ê  bi serpereştiya Cigirê Yekem yê YNK’ê Kosret Resûl wê serdana Îranê bike û wê di dema pêş de serdana Tirkiyê jî bike.

 

Endamê Polîtburoya YNK’ê Rizgar  Elî  ji çapemeniya partiya xwe re ragihand ku demek berî niha vexwendinnameyên fermî ji aliyê Tirkiye û Îranê ve ji bo YNK’ê hat şandin ku serdana welatê wan bike.

 

 Her wiha Rizgar Elî destnîşan kir ku biryare îro şanda YNK’ê bi serpereştiya Kosret Resûl serdana Îranê bike.

 

Têkildarî serdana YNK’ê ya ji bo Tirkiyê jî Rizgar Elî got ku  heya niha dema serdana YNK’ê ya ji bo Tirkiyê ne diyare.