Di şêwirê de pêşniyara lidarxistina kongreya netewî derdikeve pêş

81

 

ROJNEWS / SILÊMANÎ

 

Şêwira yekîtiya neteweyî ku di roja duyemîn de jî berdewam dike, bi pêşkêşkirina peyamên kesayet, oldar, ciwan û partiyên siyasî berdewam dike. Di peyamên hevpar de tevî rexne li siyaseta navxweyî ya Kurd pêşniyarên ji bo çareseriyê jî tên kirin û daxwaza pêkanîna mekanîzmayên hevpar tên kirin. Ji bo vê jî daxwaza kongreya netewî tê kirin. 

 

Cemal Rûstemî: Emê bi lihevkirinê bigihin serkeftinê

 

Cemal Rûstemî bi navê Partiya Netewî ya Kurdistanê peyamek pêşkêş kir û di axaftina xwede pêşniyara damezrandina mekanîzmayeke hevpar ya netewî kir û got, “divê nakokiyên navxweyî yên navbera partiyên Kurd de werin çareserkirin.”

 

 

Haşim Elî: Divê bêhêvîtiya ji bo pêkhatina yekîtiya netewî were şkandin

 

Li ser nave Bizûtneweya (tevger) Demokrasîxwazî Kurdistan Haşim Elî jî peyama xwe pêşkêş kir û diyar kir ku divê hemû hewldan û xebatên ji bo pêkanîna kongreya netewî be û got: “Ev 3 salin hemû hewldanên ji bo kongreya netewî bi şkestinê bi encam dibin. Divê em bi vê şêwirê vê bêhêvîtiya ji bo pêkhatina yekîtiya netewî bişkînin.”

 

 

Xoşnav: Divê kongreya netewî bibe cihê çareserkirina pirsgirêkan

 

Ji Bizûtneweya Diwarojî Kurdistan Samet Xoşnav jî di şêwirê de axivî û got: “Daxwaza min ji hemû parçeyên Kurdistanê ewe ku kongreya netewî weke cihê çareserkirina hemû pirsgirêkên Kurdistanê dest bigirin. Divê kongre bibe referans ji bo çareserkirina hemû pirsgirêkên netewî yên gelê Kurd eleqeder dike. Hêvîdarim ku Kurd li hemû parçeyan bibin xwedî statû û serxwebûnê bidest bixin. Ger referandûmek li Başûr pêk were jî divê ji bo serxwebûnêbe, ne ji bo berjewendiyên partiyan be.”

 

 

Plaforma Hewramî: Fikrê yekîtiya netewî ya Ocalan e

 

Nûnerê Platfroma Hewramî Kamûran Gulpî jî mafê axaftinê girt û got: “Divê Ocalan li vir baya ji ber ev fikrê yekîtiya netewî û ev proje ya Abdullah Ocalan e. Ocalan ji bo hemû gelên hejar û gelên bindest peyamên rêxistinê dide. Azadî ji Ocalan re.”

 

 

Parlamenter Erdogmuş: Kurd di şexsê DAIŞ’ê de li dijî Îslama bûye îxtîdar têdikoşe

 

Parlementerê HDP’ê Nîmetullah Erdogmuş jî weke siyasetmedarekî Bakurê Kurdistanê axaftineke kurt kir û balkişa ser şerê ku Kurd îro di şexsê DAIŞ’ê de li dijî îslama ketiye nava desthilatiyê û bi desthilatiyê hatiye qirêj kirin û got: “Em ne mehkumê mezhebanin. Îro şerê di nava Rojhilata Navîn de tê dayîn, ne şerê di navbera Kurdan û DAIŞ’ê de ye. Ev şerê Kurdan ya bi îslama ku bi desthilatî, dewlet û îxtîdarê hatiye qirêjkirin e. Xezîneyeke manewî û netewî ya me heye ku hîn devê wê ne hatiye vekirin, divê em êdî devê vê xezîneyê vekin.

 

 

Komeleya Şêx Seîd Qasim Fırat jî wiha axivî; “Divê gelê Kurd vê pêvajoyê baş binirxîne û ders ji raboriya xwe derxe. Em di vê komxebatê de kêmaniyek dibînin ev jî pirsgirêka partiyên Kurd de. yekîtî di nava partiyên mûxalîf de çêdibe.  Dijminên Kurd li dijî me yekîtiya xwe çêkirine.

 

Divê em yekbin û yekîtiyeke dadwer pêkbînin. Me di dîroka xwede gelek zilm û zorî dîtiye. Nabe ku em berjewendiyên xwe yên partî bixin pêşiya berjewendiyên netewî. Divê Kurd bi aqil tevbigerin û ders ji raboriya xwe derxin.”

 

 

Nivîskar Ehmed Arif:  Divê organeke netewî ya Kurd hebe

 

Nivîskarê ji Başûrê Kurdistanê Ehmed Arîf jî di komxebata netewî de axaftina xwe pêşkêş kir û ragihand ku divê oragnaeke hevbeş hebe. Em xwe weke gel jî ji hev cûda dikin. Kêm maye ku Hewramî bêjin, em ne Kurdin. Ev jî bandora dewletên dagirker yên ser me ye. Îro zimaneke me ya hevpar ku em ji hev bikin jî nîne.