Celîl Ebasî: Şêwira netewî ji bo lihevkirina olî pêngaveke

68

 

CÎHAD HEWRAMÎ / ROJNEWS

 

Civîna şêwira netewî li bajarê Silêmaniyê bi tevlîbûna aliyên siyasiyên Kurdistanê, rewşenbîr, kesayet û aliyên olî yên herçar parçeyên Kurdistanê di roja duyemîn de dewam dike.

 

Oldarê Zerdeştî Celîl Ebasî ku tevlî Şêwira Netewiya Kurdistanê bûye, wiha ji ajansa me re axivî:  “Civîna şêwira netewî xebatek pir giringe û ji bo serkeftina wê ji pêwiste giringî bi peyam û projeyên aliyên siyasî  were dayîn. Bi vê rêyê divê zêdetir giringî bê dayîna rewşenbîr û nivîskaran û di navbera ol û oldarên herçar parçeyên Kurdistanê de lihevkirinek were çêkirin.”

 

Her wiha Celîl Ebasî got: “Pêwîste kongreya netewî ji bo nasandina peyama hemû olên Kurdan yên Zerdeştî, Yaresanî û Êzidiyan bi civakê, planek hebe. Evane peyamên aştîxwazî  û netewperwerdiyê digre nava xwe. Evane olên kevin yên Kurdanin ku ji me re dibêjin ku  çawa bi aştiyane jiyan bikin û çawa hev dû efû bikin û li hember hevdû di nava hez kirinê debin. Lê mixabin aliyên me vê piştguh xistine.”

 

Ebasî axaftina xwe wiha domand: “Dirûşma me ya Zerdeştiyan ya yekem, hezkirina nîştiman û bihêz kirina nirxên netewîne. Me di oxira wê de qurbanî jî dane û em ji bo wê jî tekoşînê didin. Divê qonaxê de erkê sereke dikeve ser milê kongreya netewiya Kurdistanê.”

 

Celîl Ebasî axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Divê qonaxê de, nabe ku em di hevdu qebûl nekirinê de berdewambin û fikrê hevdû qebûl nekin. Berovajî, pêwîste em ji fikrê hevdu re rêz bigrin û  xalênxweyênhevbeşeşkerebikin.”