Dayîkên Kurd: Karwanê yekîtiya netewî amadeye werin em birêbixin

91

 

 

SILÊMANÎ/ ROJNEWS

 

Şêwira yekîtiya neteweyî di roja duyemîn de bi peyam û bangên giring ên ji yekîtiya neteweyî û lidar xistina kongreya netewî ku li Silêmaniyê hatiye lidar xistin didome. Di şêwirê de dayikên şehîd, şervan û dayikên aştiyê jî ku axivîn, banga yekîtiya neteweyî kirin.

 

‘Efrîn nakeve û wê nekeve’

 

Nûnera Meclîsa malbatên şehîdan ya Efrînê û dayîka şehîdan Şaziye Îbrahîm axaftineke bibandor kir û silavên gelê Efrînê ku îro rû be rûyê êrîşên mezinin gihand beşdarvanên şêwirê û got: “Efrîn ji bo berxwedanê amadeye. Hêviya me ji gelê me yê çar parçeyên Kurdistanê ku li dora Efrîn û Rojava bibin xelek. Efrîn nakeve û wê nekeve. Silav ji Rêber Apo re û azadî ji Rêber Apo re.”

 

 

‘Zarokên me yên birîndar ji ber di deriyê Sêmalkare nayên derbaskirin şehîd dibin’

 

Şaziye Îbrahîm bal kişande ser girtina Deriyê Sêmalkan ê dinavbera Rojava û Başûrê Kurdistanê de jî û wiha got; “Zarokên me yên birîndar ji ber di Sêmalka re derbas nabin şehîd dibin. Ji ber derman derbas nakin, zarokên me şehîd dibin. Dayîkên Kurd li ser cenazeyên zarokên xwe jî dibêjin em aşitiyê dixwazin. Ev, li ti deverên cîhanê nîne.”

 

‘Zarokên me xwe di şer de ji bo hev feda dikin, em çawa nabin yek’

 

Nûnera Komeleya Şehîdên Bakurê Kurdistanê (Meyader) Murvet Demîr jî mafê axaftinê girtr û got: “Ez şehîdên her çar parçeyên Kurdistanê silav dikim û bibîrtînim. Zarokên me di nava şer dene û agirek ser me dibare. Zarokên me di şer de xwe ji bo hev feda dikin, çima em nikarin bibin yek? Em gav bi paşde na avêjin û emê berbi serkeftinê ve biçin.”

 

 

Murwet Demîr, Helbesteke li ser şehîdan û yekîtiya netewî xwend û bi çepkek germ hat pêşwazîkirin.

 

‘Divê em şehîdên xwe bi yekîtiya netewî şad bikin’

 

Dayîka Aşitiyê ya ji Bakûrê Kurdistanê Emîne Ozbek jî di şêwirê de ku axivî, diyar kir ku divê em yekîtiya xwe çêkin û şehîdên xwe bi yekîtiya xwe ya netewî şad bikin û got: “Divê em yekîtiya xwe çêbikin da ku zarokên me yên şehîd şad bibin û rehet birazin. Ji ber em ne yekbûn dijmin me kir çar parçe. Bang li hemû berpirsên çar parçeyên Kurdistanê dikim ku deng bidin dengê dayîkên dil êş ku êdî dawî li vê xwîn rijandina li Kurdistanê heye were. Em ji we rîca dikin ku em yekîtiya xwe çêbikin. Eger em nebin yek emê herin yek bi yek.”

 

‘Bila Efrîn xem nexe emê di rêya zarokên xwede bimeşin’

 

 

Dayîka aşitiyê Emîne Ozbek her wiha bal kişand ser êrîşên li ser Efrînê jî û got: “Çima em bi dijminê xwe re tênakoşin û bihevre mijûl dibin? DAIŞ ji aliyê dijminên gelê Kurd ve hatiye damezrandin, ji bo Kurdan biqedînin. Dest ji berjewendiyên xwe yên hizbayetî berdin û ji bo berjewendiyên netewî bixebitin. Ez jî dayîka şehîdanim. Bila Efrîn xem nexwe emê weke dayîk di rêya zarokên xwede bin û wana tenê nehêlin. Karwana me ya netewî amadeye werin em bihevre rêbixin.”