Dadgeha Germiyan 5 sal cezayê girtîgehê da çeteyekî DAIŞ’ê

60

 

 

 

GERMIYAN / ROJNEWS

 

Îro Dadgeha Sûc a Kerkûk – Germiyanê ji bo çeteyekî DAIŞ’ê cezayê girtîgehê da. Çeteyê DAIŞ’ê yê binavê Haşim Îbrahîm Ebdula Hesen Dehleki, di Gulana 2017’ê de ji aliyê hêzên asayîşa Germiyanê ve di sînorê navçeya Xaneqînê ya girêdayî parêzgeha Diyala de hatibû binçavkirin.

 

Di daxuyaniya asayîşa Germiyanê de hat diyarkirin ku piştî lêkolînek baş û agahiyên ketin destê wan karine li ser sînorê Xaneqîn vî çeteyê DAIŞ’ê bigirin û gotin; “Li gor agahiyên hatin girt, têkiliya vî kesî li gel çeteyên DAIŞ’ê hebû. Lê piştî lêpirsîn û lêkolînê derket holê ku bi xwe çeteyê DAIŞ’ê ye û ji bo pêkanîna bûyerên terorîstî alîkarî dida DAIŞ’ê. Ji bo vê Dadgeha Sucan a Kerkûk – Germiyanê li gorî madeya 3 ya terorê biryar da ku ew çeteyê DAIŞ’ê qasî 5 sal û mehekê were xistina zindanê de.”

 

Di dawiya daxuyaniya asayîşa Germiyanê de hatiye eşkere kirin ku çeteyê DAIŞ’ê bi navê Haşim Îbrahîm Ebdula Hesen Dehleki ye û di sala 1977’an de ji dayîk bûye, ji netewa Erebe û hatiye veguhestina Girtîgeha Sûc a Silêmaniyê.

 

Hêjay gotinê ye ku ev duyem çeteye ku ji aliyê Dadgeha Suc a Kerkûk – Germiyanê ve hatiye cezakirin.