Şêwira netewî ya Kurdistanê li Silêmanî berdewame

78

 

 

 

 

ROJNEWS/ SILÊMANÎ

 

Civîna şêwira Netewiya Kurdistanê di roja xwe ya duyem  de li salona Telarî Hunerî ya Silêmanî  bi pêşkêş kirina peyamên kesayet û rewşenbîran dewam dike.

 

Di civînê de Akademîsyenê Yaresanî Teyîb Tahirî peyamek pêşkêş kir û got: “Pêwîste gelê Kurd ji şerê birakujî dur bikeve û ber bi yekîtiya netewî ve gav bavêje. Hewldanên kongreya netewî jî ji  bo vê ye. Eger hewldanên kongreya netewî ne gihije armanca xwe, dibe ku bûyerên Skys Pîcosên din rûbidin.”

 

 

Kesayetê Kakeyî û Yaresanî yê bi navê Ekber Kerîm jî  peyama xwe weşand û wiha axivî: “Dewletên dagirker,  hertim me wek welatiyên pileya duyem û mêhvan  û xwe jî weke xwediyê malê dibînin. Ji ber wê, divê Kurd cihê xwe bigrin û rolê xwe yê aramiyê bilîze. Ev jî bi yekdengî û yek helwestiya netewî pêktê. Hêvîdarim ku ev kombûn yekîtiya aliyên cûda pêkbîne.”

 

 

Her wiha Nûnerê Tora Lîder Osman Gulpî   jî ev gotin kir: “Sedemên navxweyî yek ji wan sedemên herî girîngin ku  hevhelwestiya netewî pêkneyne. Di demên buhrî de,  ne tenê partî ne yekbûn,  di heman demê de hewldane ku hevdu tine jî bikin. Ji ber wê, pêwîste berjewendiyên netewî  bibe armanca yekem.”

 

 

 

 

Di şêwirê de Endama Rêxistina Jinên Azad ên Kurdistanê Jîno Heme Reşîd jî got ku heya ew hişmendiya mêrsalarî têknebin, ne gengaze ku yekîtiya netewî pêkwere û got: “Divê em li xwe mikur bên ku eger jin, zanîsta jin û dîroka jinê neyê qebûl kirin, em nikarin dengê hemû civakê kom bikin û yekdengiyek pêkbînin.”

 

 

Endama KNK’ê Dr. Ronak Bomba jî peyamek pêşkêş kir û fikrê xwe wiha anî ziman: “Kurdan gelek qurbanî dane. Bi hezaran gund û milyonan ciwanên me bune qurbanî. Lê hîna me azadiya xwe bi destnexistiye. Sedema wê jî yek negirtina meye.”