Şervanên QSD′ê pêşve diçin: 14 çete hatin kuştin

93

 

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

Şervanên QSD′ê pêşveçûna xwe li herçar aliyên bajarê Reqayê didomînin. Li eniya rojhilat (taybet taxa Reqaya Kevin) şervan gihîştin derdora mizgefta Etîq a dîrokî .

 

Di encama şerê ku li vê taxê rû da de, nêzî 11 çeteyên DAIŞ′ê hatin kuştin û wesayîtekî ku doçika li ser hatine barkirin, hatin rûxandin. Her wiha 5 çeteyên xwekuj êrîşî noqteyên şervanan kirin. Du çete ji wan hatin kuştin, 3 çeteyan  jî xwe teqandin. Di nav şeran de şervanekî QSD′ê birîndar bû û sekvanekî çeteyan hat kuştin.

 

Li taxa Rewda ya dikeve bakur rojhilat û li taxa Yermûk a dikeve rojavayê bajêr jî, şerekî dijwar rû dide.

 

Her wiha pêşveçûna şervanan li taxa Hîşam Bin Ebdulmelik a dikeve başûr rojhilatê bajêr, didome û li eniya paş gelek mayînên çeteyan hatin bêbandorkirin.