Şandekî Îranê serdana YNK’ê kir

90

 

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

Piştî hevdîtinê civîna çapemeniyê ya hevbeş lidarxistin. Sefîrê Îranê yê Iraqê Îrec Mescidî di civîna çapemeniyê de wiha got; "Di hevdîtinê de, me mijarên li herêmê hene guftûgo kir. Herwiha me behsa mijarên di nava YNK'ê de hene kir."

 

Herwiha endamê polîtborya YNK'ê Ednan Miftî jî wiha anî ziman; "Îran weletekî cîranê meye. Ji bo xebat û çareserkirina pirsgirêkên me bûne alîkar.  Di hevdîtinê de me behsa peywendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Îranê de kir.

 

Hêjayî gotinê ye ku îro şandekî YNK'ê ji bo ligel berpirsên Îranê hevdîtina bikin berbi Îranê ve bi rêket.

 

Vê şandeya Îranê li Hewlêrê serdana Yekgirtûya  Îslamiya Kurdistanê jî kir. Heya amadekirina vê nûçeyê ji hevdîna şandeyê ya ligel Yekgirtûya  Îslamiya Kurdistanê didoma.