Ji aliyê sekvanên DAIŞ’ê ve pêşmergeyek hat şehîd kirin

81

 

 

 Li herêma Zerge ya dikeva rojavayê  navçeya Xurmatû ya Selahedînê ji aliyê sekvanên çeteyên DAIŞ'ê ve pêşmergeyê bi navê Mihemed Omer yê ji Hewlêrê hat şehîd kirin.

 

Fermandarê Tûgaya 11 ya hêzên pêşmergeyan, Bapîr Şêxwesanî ji ajansa re ragihand ku li herêma Zerge ya navçeya Xurmatû ya Selahedînê ji aliyê sekvanên çeteyên DAIŞ'ê ve pêşmergeyek hat şehîd kirin û got; "Pêşmerge li çeperan de bû. Ji bo pêkanîna wezîfeya xwe. Sekvanên DAIŞ'ê gule li wan reşand û paşê dîsan çeteyên DAIŞ'ê direvin cihên xwe."

 

Bapîr ragihand ku pêşmergeyê pêşmergeyê şehîd bûyî, pêşmergeyê bi navê Mihemed Omer Xidir yê ji Hewlêrê ye.