Moînî: Yekgirtin bi xendek û firotina xaka Kurdistanê pêknayê

64

 

 

 

CÎHAD HEWRAMÎ/ ROJNEWS

 

Di du rojên  dawî de civîna şêwira yekîtiya netewiya Kurdistanê li bajarê Silêmanî bi piraniya partî û aliyên siyasî, rewşenbîr û akademîsyenên çar parçeyên Kurdistanê û derve pêkhat. Armaca wê şêwirê pêkanîna kongreya netewiya Kurdan bû.

 

Têkildarî giringiya şêwirê Hevserokê Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê PJAK’ê Siyamend Moînî wiha ji ajansa me re axivî: “Şêwira netewî di qonaxek hestiyar û dîrokî de tê lidarxisitn. Di demekê de ye ku Rojhilata Navîn berbi veguherînek girîng ve diçe û gelê Kurd jî dikare bi yekgirtin û yekbûyîna xwe, wek aliyekî sereke rolek berçav û bingehîn divê guhertina herêmê de bilîze.”

 

Her wiha Siyamend Moînî diyar kir ku gelê Kurd dikare ji bo armancên netewî û nîştimanî, bi peyamek hevbeş, yekgirtî û di çarçoveya rêxistinek hevbeş de vê kombûna şêwirê bike qonaxa destpêkê.

 

‘Ger peyama hevbeş çênebe wê Lozanên din dubare bibin’

 

Moînî di dewama axaftina xwe de got: “Di her îhtimalek sernexistina vê peyama hevbeş û yekgirtî de, dibe ku metirsiyên serdema Sykes Pîcot û Lozanê bi ser Kurdan de were ferz kirin û hêzên dagirker bi  xwesteka xwe xaka Kurdistanê bikar bînin.”

 

Hevserokê PJAK’ê  Siyamend Moînî axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Yekgirtin bi lêdana xendek, zilm, dizîna malê gel û firotina xaka Kurdistanê pêknayê. Pêwîst bi hişmendiya netewî û azadîxwaziyê ew yekgirtin pêkwere. Em jî wek PJAK’ê hêvîdarin ku ji bo wê mijarê gav bên avêtin û em jî amadene ku her erkekê bi cih bînin.”

 

Hêjayî gotinêye ku di kombûna şêwira netewî de biryar hat dayîn, weke qonaxa duyem, 5 civîn di asta herçar parçeyên Kurdistanê û Diyasporayê de were lidarxistin. Di qonaxa sêyem de jî ji bo lidar xistina kongreya netewî lijneyek were ava kirin.

 

(rn)