‘PDK ji ber têkiliya li gel Tirkiyê tevlî şêwira netewî nebû’

71

 

 

 

HAWKAR MISTEFA/ SEYÎDSADIQ

 

Di rojên 15-16’ê Tîrmehê de li Salona Telarî Hunerî ya bajarê Silêmaniyê bi pêşengiya KNK’ê û tevlîbûna zêdetirê 300 delegeyan şêwira yekîtiya neteweyî hat lidarxistin. Rojnameger û çalakvanên navçeya Seyîdsadiq a girêdayî Silêmaniyê nêrînên xwe yên li ser şêwirê ji ajansa me re anîn ziman, diyar kirin hêviyek wan a mezin ji encama şêwirê heye û netevlîbûna PDK’ê ya ji bo şêwirê jî rexne kirin.

 

Rojnamegerê navçeya Seyîdsadiq Salar Mehmud li ser şêwirê wiha gotin; “Ev xebata ku KNK’ê pêkanî, ji bo gelek welatiyan bûye hêviyek mezin. Bûye hêviya di demek nêz de bi tevlîbûna hemû aliyên siyasî kongreya neteweyî bê lidar xistin. Her aliyek li pêşiya lidar xistina kongreya neteweyî bibe asteng  jî wê hesab giran a wê bide.”

 

‘PDK ji ber bandora Tirkiyê tevlî şêwira netewî nebû’

 

 

Salar Mehmud wiha jî axivî; “Armancek netewî ya giring a vê şêwirê heye. Netevlîbûna her aliyekî bi ti hincetan nayê qebûlkirin. Bi taybetî jî PDK ku di daxuyaniyên xwe de timî qala netewî dike. Diviyabû li pêşiya hemû partiyekê ew hazir ba. Belê diyare ji ber bandor û têkiliya li gel Tirkiyê tevlî nebû.”

 

Der barê heman mijarê de rojnamegerek din ê Seyîdsadiq Mehmud Ebdulkerîm jî wiha axivî; “Divê KNK hewldanên xwe bidomîne. Ji ber ku ew hewldan û xebatên niha destpê kirine, bêguman wê bigehine armanca xwe.”

 

‘Ji bo pêkhatina kongreya netewî hêviyek me ya mezin hey’

 

 

Mehmud Ebdulkerîm got; “Cihê keyfxweşiyê ye ku zêdetirê aliyên siyasî kesayetên ji herçar parçeyên Kurdistanê tevlî şêwira netewî bûn. Hemû jî li ser lidar xistina kongreya netewî bibiryar bûn. Hêviyek me jî ya mezin ji bo pêkhatina kongreya netewî heye.”

 

‘Bi pêkhatina kongreya netewî wê dawî li destwerdana welatên derve were’

 

Çalakvanê ji navçeya Seyîdsadiq Kara Mihemed der barê lidar xistina şêwira netewî de wiha got; “Xelk ji pêkhatina kongreya netewî hêviyek mezin dike ku cardin rojên buhrî dubare nebin. Bi taybetî li Başûrê Kurdistanê. Her wiha dawî li destwerdana welatên biyanî bê.”

 

 

‘PDK ne bi îradeya xwe ye’

 

Der barê netevlîbûna PDK’ê de jî Kara Mihemed got; “PDK ne bi dest û îradeya xwe ye. Her wiha hizbek desthilatxwaze û dixwaze hemû tişt ji bo wê be. Divê PDK ji rewşa xerab a ketiye nav bê agahdarkirin.”

 

Hêjay gotinê ye ku hemû kesayet û aliyên tevlî şêwira yekîtiya netewî bûn, li ser pêkhatina yekîtiya netewî hemfikir bûn. Her wiha KNK’ê jî biryar da ku bi 3 qonaxan lidar xistina şêwira netewî li parçeyên Kurdistanê ûy Ewrûpa, biryara lidar xistina kongreya netewî bide.

 

(rn)