‘Divê Iraq ji bo pêşîgirtina jenosîdan girêdayî peymana Roma bimîne’

53

 

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

Tora Hevpeyman a Rêxistinên Kurdistanê di daxuyaniya xwe de wiha ragihand; “Ji bo li Iraqa nû tewanê jenosîd, şer û dijî mirovan her roj dubare nebe û bawerî bide gelê Kurdistan, bawerî û pêkhateyên vî welatî girêdayî peymana dadgeha Roma bimîne.”

 

Di dewama daxuyaniyê de bal hat kişandina ser vekişandina Iraqê ji peymana Roma û wiha dewam kir; “Ji bo girtina berçav a hemû aliyan, di 15’ê Gulana 2005’ê de pêwîst bû Iraq girêdayî vê peymanê bimaba. Belê bê ku daxuyaniyek bide yan tiştek eşkere bike, piştî du hefteyan xwe jê vekişand. Em 12 salin bê rawestîn kar ji bo endambûna Iraqê ya Dadgeha Suc a Navnetewî dikin. Di vê çarçoveyê de heya niha zêdetirê hezar û 500 îmzeyên partî, aliyên siyasî, rêxistinên Kurdistanê, wezîr  û parlamenteran hatiye komkirin. Hemû ji bo pêşîgirtin tewanên weke me dît di Tebaxa 2014’ê de gelê me li Şengalê çewan rastî jenosîdê hat.”

 

Di dewama daxuyaniyê de wiha jî hat gotin; “Ti sedemek mafdar ê hikûmeta Iraqê nîne ku nebe endamê vê dadgehê. Divê desthilatên Herêma Kurdistanê jî hewl bidin zextê li Iraqê bikin ku bibe endamê vê dadgehê. Divê hikûmeta Iraqê û Herêma Kurdistanê girêdayî vê peymanê bimînin. Destûr ji bo ti tewanek navnetewî nedin. Têkilî li gel kesên wiha jî çênekin.”

 

17’ê Tîrmehê dibe 19’emîn salvegera pejirandin û 15 salên yekem dest bi karkirina Dadgeha Sûcan a Navnetewî li cîhanê. Peymana Roma 19 sal pêş di 17’ê Tîrmeha 1998’an de hat avakirin. Ji 2002’ê ve jî dest bi kar kiriye. 124 dewlet endamên vê dadgehê ne û her wiha 139 welatan jî îmze kiriye.

 

(rn)