Birayê serokomarê Îranê bi tohmeta gendeliyê hat girtin

55

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

 

Li gorî agahiyên di medya Îranê de derketine birayê serokomarê Îranê Hesen Ruhanî ku di heman demê de alîkarê wî ye jî bi tohmeta gendeliyê ji aliyê dadgeha Îranê ve hatiye girtin.

 

Li gorî agahiyên di medya Îranê de derketiye berdevkê Dareza Îranê Xolam-Hûsên Mohseni Eje'i roja di daxuyaniyeke heftane ya roja yekşemê de ragihandiye ku birayê Hesen Ruhanî û yek ji alîkarên wî yên sereke Ferîdûn bi tohmeta gendeliyê hatiye girtin.

 

Ferîdûn demek di ber ewlekariya rêberê olî yê Îranê  Ayatullah Xumeynî de berpirsyar bûye û parêzgeriya parêzgehên Karaj û Nîşapur jî kiriye.

 

Ferîdun ku beriya hilbijartinên Îranê yên ku îsal pêkhatin şêwirmendê birayê xwe serokomar Ruhanî bu, di medya Îranê de hatibû îdakirin ku tevlî karên îllegal bûye û her wiha di demên cûda jî bi tohmeta sûcên darayî hatiye sûcdarkirin.

 

Nakokiyên di navbera hêzên desthilat yên Îranê de dibe sedem ku kiryarên hev yên qirêj deşîfre bikin. Ev jî yek ji parçeyeke şerê desthilatiyê ye ne ji bo gendelî hatiye kirin, hatiye girtin.