Polîsên Tirk li Geverê avêtin ser malekê, xwediyê malê birîndar kir

77

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

Polîsên dewleta Tirk, duh bi şev li taxa Gungor a navçeya Gever a Colemêrgê avêtin ser maleke û xwediyê malê Necmettîn Fendîk li pêş çavên zarokên wî bi çekê birîndar kirin. Bavê 7 zarokan Fendîk bi giranî birîndar bû û rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Navçeyê. Fendîkê ku polîsên Tirk gule berdan sînga wî, niha li beşa lezgîn a nexweşxaneyê ye û tê gotin rewşa wî girane.

 

Li gorî agahiyên ku  ji aliyê malbatê ve hatî dayin, duh di saet 03:00’ê de polîsên Tirk li deriyê malê yê kilîtkirî xistine û tevî ku Fendîk ji polîsan re gotiye ‘rawestin, ez niha derî vedikim',  polîsan gule lê reşandine. Fendîk ku li pêş çavên zarokên wî bi giranî birîndar bû, 2 saetan li naverastê hate hiştin. Polîsên Tirk nehiştin ku endamên  malbatê biçin gel wî û piştî 2 saetan bi ambûlansê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Navçeyê.

 

Xizmên Fendîk ên bi bûyerê hesiyan, danê sibehê li ber nexweşxaneyê kombûn.