‘Divê Iraq bibe endamê Dadgeha Sûcan a Navnetewî’

109

 

 

 

HAWKAR MISTEFA/ HELEBCE

 

Di daxuyaniya çapemeniyê de endamê Desteya Bilind a Komeleya Qurbaniyên Kîmyabarana Helebce, Hikmet Fayeq daxuyanî xwend û wiha hat ragihandin; “Bi boneya îmzekirina peymana Roma em giring dibînin û divê Iraq jî vê peymanê îmze bike. Ev jî ji bo pêşîgirtina dubarebûna jenosîda Kurdan dibin navê her hincetekê de be. Erkê hikûmeta Herêma Kurdistanê jî ewe ku zextê li ser hikûmeta Iraqê bike vê peymanê îmze biket.”

 

 

Di dewama daxuyaniyê de wiha jî hat gotin; “Divê desthilatdarên Kurd ji hikûmeta Iraqê daxwaz bikin peymana Roma îmze bike. Ji bo cardin gelê bawer bike dubare rastî ti jenosîdan nayên. Em ji rayedarên hikûmeta Herêma Kurdistanê daxwaz dikin, alîkariya Dadgeha Sûc a Navnetewî bikin ku zanyariyan der barê ew çeteyên DAIŞ’ê yên xwedî nasnameya welatên ev peyman îmzekirine, eşkere bikin. Ji bo dadgeh biryara pêwîst li ser wan bide. Her wiha daxwaz dikin ew kesên li Herêma Kurdistanê sûcên mezin kirine, yan jî tevlî bûne navê wan bê dayîna Polîsên Înterpol ji bo bên girtin.”

 

Di 17’ê Tîrmeha 1998’an de li Romaya paytextê Îtalya bi tevlîbûna çend welatên Ewrûpa ji bo avakirina Dadgeha Sûcan a Navnetewî îmze kirin. Niha 124 welat bûne endam û 139 welatan jî îmze kiriye. Iraqê di 15’ê Sibata 2005’ê de hewl da li gor vê peymanê tevbigere, lê piştî du hefteyan bê ku daxuyaniyek bide jê cûda bû.

 

(rn)