Li Silêmanî astengiyên li pêşiya azadiya îfadeyê hatin şermezarkirin

58

 

 

 

RÊZAN MIHEMED/ SILÊMANÎ

 

Daxuyaniyê çapemeniyê ku ji aliyê parêzer û çalakvan Erdelan Fetah ve hat xwendin, wiha got; “Bi pêşketina civaka mirovatiyê her diçe azadî mirov û dengê azadî û çapemeniyê jî pêş dikeve. Belê li Herêma Kurdistanê tersê vê, piştî 26 salên desthilata Kurdî hîna jî hevdû neqebûlkirin, girtina çalakvan, rojnameger û binpêkirina mafê mirov di astek bilind de ye.”

 

 

Di dewama xwendina daxuyaniyê de bal hat kişandina ser van xalan:

 

“-Divê tavilê zextên dijî azadixwazî, rojnameger, jin, çalakvan û mamostayên olî bidawî bibe.

 

-Rakirina sansorên li ser çapemeniya azad û piştgiriya ji bo ramanên azad.

 

-Saziyên hikûmetê cardin bi yasayî bikarin kar bikin û bibin niştîmanî. Her wiha rolek zêdetir bê dayîna dadgehên giştî.

 

-Kesên sûc kirine bên cezakirin.

 

-Saziyên malê giştî ji bo karên taybet neyên bikaranîn. Her wiha ji bo rakirina gendelî û hebûna desthilata hizbî li nav saziyên hikûmetê kar bê kirin.

 

-Herêmek bi aram ji bo ramana azad û çapemeniya azad dibin serpereştiya parlamento, DYA, YE û Neteweyên Yekbûyî de bê çêkirin.

 

‘Vê desthilatê bawerî bi azadî û demokrasiyê nîne’

 

Piştre jî parlamenterê YNK’ê li Parlamentoya Herêma Kurdistanê Ferhad Sengawî ku axivî, got; “Dema kesek ne xwedî tiştek be, nikare daxwaza tiştek din jî bike. Vê desthilatê û hikûmetê bawerî bi azadî û demokrasiyê ne aniye û nîne jî. Em diçin ji wan daxwaza azadî û demokrasiyê dikin.”

 

 

Piştre jî parlamentera Tevgera Goran li Parlamentoya Herêma Kurdistanê, Munîre Osman got; “Divê dengên azadiyê bên parastin. Desthilatê ji bo fetisandina dengê azadiyê parlamento rawestand.”

 

 

 

(rn)