Waliyê Kerkûkê: Pêwîste operasyona rizgarkirina Hewîce bê destpêkirin

63

 

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

Îro Waliyê Kerkûkê Dr. Necmedîn Kerîm, pêşengtiya kombûna Rêveberên Navendên Xizmetguzariya bajarê Kerkûkê kir. Di kombûnê de, li gel guftûgokirina projeyên xizmetguzariya Kerkûkê, mijara operasyona kontrolkirina navçeya Hewîce jî hat nîqaş kirin. Necmedîn Kerîm ji ber paşketina operayona kontrolkirinê jî nerazîbûn nîşan da.

 

Necmedîn Kerîm di  kombûnê de wiha got: “Heyfe ku operasyona kontrolkirina Hewîce û derdora wê were paşxistin. Daxwazên me ewe ku ew operasyon  bi awayek lezgîn  destpê bike û herêmê ji terorîstan paqij bikin.”

 

Necmedîn Kerîm axaftina xwe wiha domand: “Hebûna DAIŞ’ê ya li Hewîce û derdora wê, metirsiyê  li ser bajarên derdora Hewîce dide çêkirin. Welatî li wê herêmê  ji ber çeteyên DAIŞ’ê di rewşek xirab de dijîn. Ji ber wê ji fermandariya giştî hêzên leşkerî ya Iraqê  daxwaz dikîn ku ji bo destpêkirina operasyona kontrolkirina Hewîce û derdora wê kar bikin.”

 

Cihê bîraniyê ye ku her tim berpirsên pêşmerge û parêzgeha Kerkûkê daxwaza destpêkirina operasyona kontrolkirina Hewîce dikin û li hember paşxistina wê operasyonê  ji aliyê Hikûmeta Iraqê ve jî nerazîbûnên xwe nîşan didin.

 

(rn)