‘Rêveberên Başûr ji bo berjewendiyê netewa Kurd xebat nakin’

67

 

 

 

BOTAN GERMIYANÎ / SILÊMANÎ

 

Di roja 15 û 16’ê Tirmehê de civîna şêwira yekîtiya netewî bi beşdariya gelek aliyên siyasî û rewşenbîr, kesayetên civakê, nûnerên rêxistin û olî ku ji aliyê KNK’ê ve hat organîzekirin, hat lidarxistin. Armanca civîna şêwira netewî ji bo pêkanîna yekitiya netewî bû.

 

Mamostaya zaningeha Silêmaniyê Bêxal Ebubekir der barê giringiya yekrêziya netewiya Kurd de ji ajansa me re axivî û got: “Kurd heya niha ne bûne xwediyê dewleta xwe. Ji ber ev sistema ku bi Sykes Pîcot di dîrokê de hatiye danîn de welatê me hatiye kirina çar parçe. Niha ji hemû deman zêdetir pêwistî bi yekrêzî û bi hevre jiyankirina yekgirtinê heye. Li ser xalên hevbeş hevgirtin pêwiste, ne ku li ser xalên ji hev cuda ji hev dûr bikevin.”

 

Bêxal Ebûbekir got: “Heya niha jenosîda li ser gelê Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê dewame, ji bo vê pêwiste em bi xwe dilsozê xwe bin û yekitiya xwe pêk bîne. Pêwiste gelê Kurd wan pirsgirêkên xwe yên siyasî çareserbike û li kûderê be di berjewendiyê gelê Kurd de xebatê bide meşandin. Ne tenê ji bo partiyên siyasî, divê demê de kongreya netewî ji bo bi hevrejiyan û yekrêziyê dinava alî û hêzên Kurdan de hêviyek ji bo gelê Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê daye çêkirin.”

 

 

Lêkolînvanê siyasî li Zaningeha Silêmaniyê Ceza Ehmed ji der barê giringiya yekrêziya Kurdan û yekitiya netewî de got: “Pêwiste di demekê zû de Kurd kongreya netewî pêkbîne. Ji ber ku eger Kurd nebin yekgirtî wê bikevin dibin destê desthiladar de. Li ser wê welatên desthiladar wê siyaseta xwe li ser berjewendiyên xwe bi Kurdan bidin pêkanîn. Kongreya netewî astengiyên zêde ji bo wê tên derxistin ji ber ku aliyê siyasî ji aliyê welatên cîran û welatên desthiladar ve tên rêvebirin. Ew welatane çi di asta herêmî û di asta navdeweltî de be naxwazin ku gelê Kurd mafê xwe bistinin, ji bo vê pir giringe ku îradeyek pir bi hêz hebe ku li dijî wan astengiyan were sekinandin.”

 

‘Pêwîste Başûr sînorê xwe ji Rojavayê Kurdistanê re veke’

 

Ceza Ehmed got: “Gelek mijarên siyasi yên mezin hene û pir giringe ku ev pirsgirêk hemû di nava yeketiya netewî de were çareserkirin. Ji bo nimûne niha Rojavayê Kurdistanê xwediyê sistemekê xwe rêvebirinê ye û li ser bingehê 3 kantonan hatiye avakirin. Pêwistbû Başûrê Kurdistanê sinorê xwe ji bo Rojava veke û alîkariyê bi yek carî bike lê belê rêvebirên siyasiyên Başûrê Kurdistanê derî li ser Rojava de girtiye, ev di rastî de şermezariyek pir mezine.”

 

 

Di dawiya axaftina xwe de Ceza Ehmed got: “Ew yekitiya netewî ku biryare were pêkanîn, heya niha rêveberên Başûrê Kurdistanê ji bo berjewendiya netewa Kurd xebat nakin.”

 

(rn)