Li Şengalê yekemcar asayîşa civaka Êzidî ava bû

821

Di dîroka civaka Êzidî de yekemcar hêzeke asayîşê ya Êzidîxanê ava bû. Ciwanên Êzidî yên li çiyayê Şengalê perwerdeya xwe qedandin, wê êdî li Şengalê bi erka asayîşê rabin.

Civaka Êzidî, ku 73 ferman lê rabû, weke sedema bingehîn a rûdana van fermanan, rewşa xwe ya bê rêxistinî û bê parastin dîtin. Lewma di her kêlî û her saetê de xwe bi rêxistin dike û hêzên xwe yên parastinê xurt dike. Di çarçoveya vê xebata xweparastinê de, li Şengalê yekemcar asayîşa civaka Êzidî ava bû.

Li Akademiya Şehîd Şengal yekemîn dewreya asayîşa Êzîdxanê bi dawî bû. Dewreya asayîşê bi tevlîbûna 40 ciwanên Êzidî pêk hat. Dewreya perwerdeyê mehekê dewam kir û waneyên bîrdozî û leşkerî hatin dîtin.

Di dawiya dewreya asayîşê de, duh endamên asayîşê measîmek leşkerî organîze kirin. Piştre bi endamê Rêveberiya Akademiya Asayişê Hisên Erzûrûm axivî û dewreya yekemîn a asayîşê û avakirina asayîşê li gelê Êzidxanê pîroz kir.

‘Em ê asayîşê mezin bikin û gelê xwe biparêzin’

Erzirum got: «Bersiva herî rast a li fermanê, xweparastin û xwe xurtkirin e. Çawa ku saziyên din ên Êzidiyan hatine birêxistinkirin û mezinkirin, em ê jî asayîşê mezin bikin û gelê xwe hem li hundir hem jî li derveyî bajêr biparêzin.»

Hisên Erzirum bibîr xist, ku ev gav û dewreya yekemîn a asayîşê ye û anî ziman, dewreyên bi vî rengî yên asayîşê wê bidomin.

Erzirum

Erzirum di dawiya axaftina xwe de bang li jin û ciwanên Êzidî kir û got, «Ji vir û pê ve em ê li benda kesî nemînin. Werin em civaka xwe biparêzin. Ti kes û ti hêz êdî nikare serî li me bitewîne. Ez bang li tevahiya jin û ciwanên Êzidî dikim, ku cihê xwe di nava refên Asayîşa Êzidîxanê de bigirin. Îro roja xîret û namûsê ye.»

Li ser navê Meclîsa Avaker a Şengalê jî Herbo Xidir axivî û hêza asayîşê li gelê Şengalê pîroz kir. Xidir got: «Em êdî baş dizanin ku di fermana 73’an de çi bi serê me hat. Sedema wê jî tenê bêparastin bû. Lewma ji nan û av zêdetir parastin ji bo me pêwîste.»

Endamên Asayîşa Êzidîxanê jî nêrînên xwe bilêv kirin: «Di dîroka me de cara yekemîn e asayîşa me ya Êzidiyan tên avakirin. Ji bo em carek din nebin qurbanê fermanek din em ê li hundir û derveyî bajêr parastina gelê xwe bikin. Bila êdî her kes baş bizanibe em ne hewcedarê kesî ne. Pêwistiya me bi kesekî nîne. Êdî hêza asayîşa Êzidîxanê heye.»

Di dawiya merasîmê de endamên asayîşê sond xwarin û bawernameyên xwe girtin.

Merasîma asayîşê bi stranên şervanan û gerandina govendê bi dawî bû.