Aborî

Dosyaya benzîna jehrî û Chavy Land hatin lêkolînkirin

Berê niha demekî 40 tankêrên benzînê yên jehrî derbasê herêma Kurdistanê hatibû kirin. Ev tankêrên ku hatibûn derbaskirin hat îdakirin ku benzîneke jehriye û madeyeke penceşêrê çêdike di navê de heye. Her wisa dosya Chavy Landê heye ku têgotin gelek erdê ku divê negire û ser bi şaredariyê be dagir kiriye. Ji ber vê sedemê komek parlementerên herêma Kurdistanê ji bo lêkolînkirina herdu dosyayan ketin tevgerê. 15 parlementerên parlementoya Herêma Kurdistanê li ser du dosyayên cûda lêkolînek kirin û encamên vê lêkolîna xwe jî bi daxuyaniyeke çapemeniyê ragihandin.

Siyaset li Parlamenterê HDP’ê Yildirim qedexe kirin

2'emîn Dadgeha Asliye Ceza ya Mûşê li Serokwekilê Koma HDP'ê Ahmet Yildirim bi hinceta gotiye "Padîşahê genî yê li Qesrê" bi îdiaya “heqaret li serokomar kiriye", cezayê qedexeya siyasetê birî. Dadgehê dîsa 1 sal û 2 meh cezayê girtîgehê li Yildirim birî. Parêzer dê îtîraz bikin. Rûniştina dozê di 21'ê Heziranê de pêk hat. Lê cezayê hat birîn nehat taloqkirin. Dîsa ceza nezîvirandin pereyan. 

Ji Demîrtaş  peyama Cejna Remezanê 

Demîrtaş di peyam xwe de diyar kir ku piştî demek dirêj ev cara yekem e ku ew Cejna Remezanê li gel we, rû bir û li cem we pêşxwazî nakim û wiha got: "Di wê hêviyê de me çiqas navber dûr û dirêj jî be, em di dil de li gel hev in û bi hev re dilê me lê dide, hesreta me yek e û têkoşîna me hevpar e."