Nûçe

Welatiyekî li Xaneqîn dawî li jiyana xwe anî

Polîsê Xaneqîn diyar kir ku welatiyekî xwe ji ser Pira Elwen xwe avête xarê û jiyana xwe ji dest da.

Ji bo parlamentera HDP’ê Guven biryara girtinê hat dayîn

Piştî biryara berdanê ya Parlementera HDP'ê ya Colemêrg, dozgeriyê îtirazî biryara berdanê kiriye û biryara girtinê hatiye dayîn. Parêzera Guvenê Reyhan Yalçindag Baydemîr got: "Hîn biryar teblîxî me nehatiye kirin, lê bi devkî hat gotin."

Runiştina parlamentoya Iraqê carek din hate taloqkirin

Biryar bû parlamentoya Iraqê îro ji bo dirêjkirina dema parlamentoyê bicive, lê runiştina parlamentoyê carek din hate taloqkirin.

Li Helebce ji bo serkeftina HDP’ê şirînî hate belavkirin

Serkeftina HDP’ê ya di hilbijartinên Tirkiyeyê de ji bo gelê Başûrê Kurdistanê bûye cihê kêfxweşiyê. Li bajarê Helebce dikandarek ji ber serkeftina HDP’ê a di hilbijartinan de şîrînahî belavkir.

‘Armanca dewleta Tirk dagirkirina tevahiyê Başûr e’

Berpirsê Komîteya pêşmergeyên Dêrîn beşê girtiyên siyasî yê YNK’ê Mam Hejar diyar kir ku armanca dewleta Tirk dagirkirina tevahî Başûre û got; “Ji ber berjewendiyên hizbî kongreya netewî pêk nayê.”

Çalakvanan daxwazên xwe gihandin NY’ê

Ofîsa Neteweyên Yekbûyî ya li bajarê Hewlêr, pêşwaziya xelkên li dijî dagirkeriyê hatîn ber ofîsa wan kirin. Neteweyên Yekbûyî daxwazên xelkê wergirtin û soz dan ku ewê daxwazên wan bigihînin navenda Neteweyên Yekbûyî.

Gelê Meredo: Em ê li dijî dagirkeriyê têbikoşin

Şêniyên gundê Meredo ya Binarê Qendîlê serdana Mertalên Zindî kirin û gotin, “Heya dawî li dagirkeriyê were em ê têbikoşin. Me çawa dagirkeriya aborî ya Tirkiye red kiribe û malê Tirkî boykot kiribe, em ê dagirkerî jî bi ti awayî qebûl nekin.

Dayîna meaşê karmendan çi bandorek li bazar kir?

Piştî ku meaşê karmendan di dema xwede hat şûn ve liv û tevgera bazarên Herêma Kurdistanê zêde bûye. Esnaf û aborînasên Herêma Kurdistanê jî daxwaza berdewamkirina û başkirina vê rewşê dikin û daxwaza çareseriyeke bingehîn dikin.

10 hezar kesan daxwaza rakirina cezayê Ramîn kirin

10 hezar welatiyên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê bi nameyên îmzekrin daxaz ji rêxistinên navnetewî yê mafê mirovan kirin ku hewl bidin cezayê darvekrinê ku li girtiyê siyasî yê Kurd Ramîn Hisên Penahî hatiye birin, bê rakirin.

Balafirên şer gundên Amediyê bombe kirin

Balafirên şer yên Tirk bi berdewamî herêmên sivîl û gundên Başûrê Kurdistanê bombe dike. Îro gundê Gulka û Bazê yên ser bi navçeya Amediyê ya Dihokê bombebaran kir.