Nûçe

Hozan Canê hate girtin

Hozan Canê ku welatiya Elmanyayê û ji ber xebatên hilbijartinê ya HDP'ê çûbû Edîrneyê, ji aliyê polîsên dewleta Tirk ve bi bahaneya filmê wê ya li ser fermana 74'an a Şengalê destpêkê hate binçavkirin paşê bi biryara dadgehê hate girtin.

Welatiyên Hewlêr: Yekitiya Kurdan dikare rê li ber dagirkeriyê bigre

Welatiyên bajarê Hewlêr diyarkirin ku divê Kurd yekitiya xwe ava bikin, ger ev yek pêkwere wê dagirkerî jî dawî lê bê.

Kongra Star ji bo Efrînê dest bi hevdîtinan kir

Kongreya Star di çarçoveya Pêngava "Jinên cîhanê ji bo Efrînê serî hildin" de li Başûrê Kurdistanê jî dest bi rêze hevdîtinên li gel sazî û rêxistinên jinan kir.

Hesen Zîrek li Silêmanî hate bîranîn

Jinek li girtîgeha Çaksazî ya Hewlêrê dawî li jiyana xwe aniye. Rêvebera Girtîgeha Çaksaziyê jî diyar kir ku wan derbarê sedema bûyerê de lêpirsîn dane dest pê kirin.

Piştgiriya ji bo azadiya Ocalan mezin dibe

Nobeda ji bo azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, ku vê hefteyê hevserokên pêkhateyên KCDK-E digirin, du roj li pey xwe hişt û parlemeterên YNK’ê û Tevgera Goran û nûnerên Sûryaniyan jî piştgirî dan çalakiya ji bo Ocalan.

Amerîka li dijî Îranê dest bi pêkanînan kir

Amerîka li dijî Îranê dest bi hinek pêkanînên aborî kir, zext li welatan dike ji bo petrolê ji Îranê nekirin. Bi vê yekê tê xwestin ku îxracata petrola vî welatî heta meha Mijdarê biqede.

Zarokên Qendîlê: Yên me diparêzin hene

Zarokên Qendîlê ku dibin siya bombe û êrîşên artêşa Tirk de dijîn û di kolanên gund de bi coşeke mezin dilîzin, dibêjin ji ber yên wan diparêzin hene ew natirsin.

Ebû Karwan: Me xwest parlemento ji bo mijara dagirkeriya Tirk...

Serokê Koma Azadî (Hizba Şûî) li parlementoya Herêma Kurdistanê diyar kir ku Desteya Serokatiya Parlementoya Herêma Kurdistanê naxwaze rûniştineke taybet li ser dagirkeriya Tirkiye ya li Kurdistanê pêk bîne û got tevî ku wan îmze kom kiriye jî parlemento kom nabe.

Eniya Demokratîk a Gel HDP pîroz kir

Eniya Demokratîk a Gel serketina HDP'ê ya di hilbijartinên 24'ê Hezîranê de pîroz kir.

Di Zêyê Mezin de 2 ciwan  xeniqîn

Li Hewlêrê di ava Zêyê Mezin de 2 ciwan xeniqîn û hîn cezayên wan nehatine dîtin.