Nûçe

Parêzer: Tecrîd gefeke li dijî hebûna mirov e

Parêzer Huseyin Bogatekîn, anî ziman ku di sala 2011'an de ew bûye parêzerê Ocalan û wiha axivî: "Ji 27'ê Tîrmeha 2011'an ve hevdîtina parêzer û muwekîlan tê astengkirin. Ji ber vê piraniya parêzeran qet Birêz Ocalan nedîtin. Nehiştin tu kes hevdîtina parêzer-muwekîl pê re çêbike. Yanî rewşeke wisa ya trajîk heye. Wek parêzerekî ku bi sedan car serlêdan kirine dibêjim. Ji sala 2011'an ve tenê peyv û hincet guherîne." Bogatekin, diyar kir ku serlêdanên niha bi hinceta OHAL'ê tên redkirin û wiha dest nîşan kir: "Berê OHAL tune bû, lê dîsa bi awayekî bê hincet dihat redkirin. Tu bingeheke vê ya qanûnî tune ye. Me ji sala 2011'an heta niha gelek caran ev yek aniye ziman. Gelek îdia avêtin holê. Me tim bersiva van îdiayan da. Ev di nêzda dewletê de îdiayên cidî ne. Mînak; Wezîrekî Dadê derdikeve û dibêje heke doz tune be parêzer nikare bi hikumxwar re hevdîtinê çêbike.' Niha ew Wezîrê Dadê li ser sergoyê dîrokê ye. Her wiha Wezîrê Karên Navxweyî yê ev tişt daxuyand jî li ser sergoyê dîrokê ye. Lê em hîn jî li vir in û heman pirsgirêk hîn jî heye. Hîn jî hevdîtina me ya bi Birêz Ocalan re tê astengkirin."